Rojava News: Fermandarekî rêxistina terorîst a El Nûsrayê di hevpeyvîna xwe ya ajansa Reutersê de ragihand ku di nava 48 saetan de li Sûriyeyê em ê dest bi êrişan bikin.
Piştî ku dewleta Rûsyayê daxuyanî da û beşek hêza xwe ya ku operasyon li Sûriyeyê dikirin vekişand, fermandarekî rêxistina terorîst a El Nûsrayê di hevpeyvîna xwe ya ajansa Reutersê de got: ‘Heke ne ji êrişên hewayî yên Rûsyayê bûna, niha em gihîştibûn bajarê Lezqiyeyê.'
Ji bo rejimeke rûxandî fedekarî nayê kirin
Fermandarê EL Nûsrayê di berdewamiya hevpeyvîna xwe de pêşbîniyê li ser artêşa Rûsyayê dike û ragihand ku artêşa Sûriyeyê hêviyên Rûsyayê serobino kirin. Dewleta Rûsya ji bo rejimeke rûxandî nikare fedekariyên zêde bike.'
