Beşar El-Ceiferî: gef li Federasyonê xwar!

Beşar El-Ceiferî: gef li Federasyonê xwar!

Rojava News: Sûriyê li hember hewlên ragihandina federasyonê li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê yekemîn berteka xwe nîşan da û ragihand, her hewleke yek alî ya Kurdan dê rastî şikestinê were.

Nûnerê Sûriyê li Netewên Yekbûyî û Serokê Şanda Danûstandikar a Hikûmeta Sûriyê Beşar El-Ceiferî piştî civîna duyem ya li Cenevê ligel Nûnerê Netewên Yekbûyî (NY) li Sûriyê Staffan de Mistura konfranseke rojnamevaniyê lidarxist û ragihand, gotûbêj bi awayeke baş û erênî derbas dibin û hêvî kir, ku têbîniyên Şamê di muzakereyan de werin berçavgirtin.

Nûnerê Sûriyê li NY herwiha di beşeke din a daxuyaniya xwe ya rojnamevanî de behsa mijara ragihandina Federasyona Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê ji aliyê aliyên Kurdî yên wî welatî ve kir.

Beşar El-Ceiferî li ser wê yekê ragihand: “Ewa ku em li wir bo wê hewl didin, parastina yekparçeyî, yekgirtin û yekîtiya axa Sûriyê ye. Em bo yekîtiya erd û xelkê Sûriyê hewl didin. Ji ber wê jî ez li ser hewlên yekalî naaxivim.”

El-Ceiferî di berdewamiya gotinên xwe de tekez kir: “Kurd aliyek bihêz in li Sûriyê ku em şanaziyê bi wan dikin û ew jî şanaziyê bi me dikin. Em çend sedsal in ku bi hev re ne, lê her hewleke yek alî dê rastî şikestinê were.”