Serokê Dijbereya Sûriyê: Em ne li dijî federasyonê ne

Serokê Dijbereya Sûriyê: Em ne li dijî federasyonê ne

Rojava News: Serokê Îtilafa Dijbereya Sûriyê ragihand, ew ne li dijî federasyonê ne.

Serokê Îtilafa Dijbereya Sûriyê Enes Ebde  ew ne li dijî federasyonê ye û ew federasyonê weke perçebûna Sûriyê jî nabînin.

Li gorî hevpeyvîna li gel Televizyona Rudawê; Enes Ebde gotiye, pêwîst e ew derfetê bidin xelkê, daku ew bikarin nêrîna xwe li ser pêşeroja welatê xwe bidin.

Serokê Itîlafê da xuyakirin, Encumena Niştîmaniya Sûriyê (ENKS) beşekî sereke Dijbereyê ye û ligel wê çendê ENKS doza federasyonê dike û jibo wê yekê jî xebatê dike.

10:17:10