Hêzên rejima Sûriyê gelek dever dan ber topbaranê!

Hêzên rejima Sûriyê gelek dever dan ber topbaranê!

Rojava News: Hêzên Rêjîma Sûrî, duh êvarî, dema ku Hêzên opozisyonê du gund li gundewarê Helebê kontirol kirin. bi tundî, bajar û bajarokên welat dan ber topan.

Herweha doh êvarî bajarê Mademiyê rojavayê paytextê Şamê ji aliye hêzên rejime ve, bi reşaşên giran hate topbaran kirin.

Li Humsê, balafirên şêr ê Rêjîmê bi tundî taxên bajarê Tedmur, nêzîkî balafirxanê, topbaran kirin, û di encamê de ziyanên madî hebûn.

Bajarê Telbîsê ji  gundewarê bakur bi deste hêzên rejime hate topbaran kirin, û di encamê de malên sivîlan wêran bûn.

Li Idlib, Hêzên Rêjîme bi tundî bajarokê Bidama li gundewarê Cisir El-Şixûr topbaran kirin, bê ku agahî derbarê ziyanan bên.

11:05:57