Balafirên şer ê Rêjîmê, bi tundî, taxên bajarokê Bizaa li gundewarê Helebê yê rojhelat topbaran kirin, û di encamê de sê welatiyên sivîl hatin kuşitn, û bi dehan birîndar ketin.
Balafiran, bi roketên valahî, rêya di nav bajarê (Babê, û Minbicê) li gundewarê Helebê yê rojhelat topbaran kirin û di derbarê ziyanan de tû agahî nehatine wergirtin.
Di heman mijarî de, Hêzên Rêjmê bi topa giran bajarokê Zirbê, li gundewarê Helebê yê başûr topbaran kirin.
Di şer û pevçûn di nava şervanên opozisyonê û Hêzên Rêjîmê de li derdorê Xan Tomanê ku derketin hîna berdewame.
11:15:59
