Rojava News: Tevî berdewambûna dorpêçan jî, alîkaryên navdewletî yê mirovî derbasî nav Medaya û Zebedanî li Şamê û Kefreya û Fûa li Îdlibê bûn.
Bi hevkariya di navbera Heyva Sor a Sûriyêa û Neteweyên Yekgirtî de, careke din alîkarî derbasî nava çend bajar û bajarokên dorpêçkirî li Sûriyê bûn.
33 kamyonên alîkaryê derbasî nav Medaya û Zebedanî li gundewarê Şamê bûn û 24 kamyonên alîkaryê jî derbasî nav Kefreya û Fûa bûn li parêzgeha Îdlibê.
Heya niha jî zebedanî û Medaya ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve û Kefreya û Fûa ji aliyê çekdarên Eniya Elnusre û tevgera Ehrar Elşam a îslamî ve dorpêçkirî ne.
21:41:45
