Rojava News: Endamê Koalîsyona Hêzên Şoreşger û dijbereyê ên Sûriyeyê Yusuf Mahlî ragihand ku Rûsya bi vekişandina leşkerên xwe û bi kêmkirina operasyonan, dibe rejimê mecburî çareseriyeke siyasî bike.
Endamê Koalîsyona Hêzên Şoreşger û dijbereyê ên Sûriyeyê Yusuf Mahlî derbarê hevdîtinên Cenevre û rewşa dawî ya Sûriyeyê ji nûçegihanê ajansa Spûtnîk Kurdistanê re nirxand û ragihand ku Rûsya bi vekişandina leşkerên xwe û bi kêmkirina operasyonan, dibe rejimê zorî çareseriyeke siyasî bike. Helwesta Rûsyayê divê ji bo çareseriya pirsgirê Sûriyeyê wekî piştgirî were nirxandin. Mixalefeta Sûriyeyê vekişandina leşkere Sûriyeyê bi erênî pêşwazî dike.
Yusuf Mahli di axaftina xwe de gotiye: ‘Ji bo rêvêbiriya demkî divê mixalefet û rejima Sûriyeyê rûnên û biaxivin. Lê dema ku mirov li daxuyaniyên rejimê dinêre vê qebûl nake û dibêjin ‘Beşar Esad xeta me ya sor e.' Di vir de helwesta Rûsyayê gelekî girîng e û erênî ye. Li gorî baweriya min Rûsya ji bo çareseriya siyasî wê zorê li Sûriyeyê bike.'
Endamê SMDKê Mahli di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘Heke hevdîtinên Cenevreyê bi erênî derbas bibe dê 6 mehan bidome. Ji bo ku jariya xelkê Sûriyeyê biqede mixalefet xebatên cidî dimeşîne û ji bo pêşerojê vîzyoneke nû ya mixalefeta Sûriyeyê heye. Hevî dikim hevdîtinên Cenevreyê bi serkeftî derbas bibin.'
23:21:27
