Rojava News: Çekdarên rêxistina DAİŞê, duh êvarî, her du gundê (Çekê, Kemaliyê) li gundewarê Helebê yê bakur kontirol kirin.
Beriya kontirolê, şer û pevçûn di nav Opozisyon û DAİŞê de derketin, di encamê de kuştî û birîndar ketin, û DAİŞê du otomobîlên bombekirî di deverê de teqandin.
Opozisyonê ji hêla xwe ve, beriya demekê hin gund li heman gundewarê kontirol kirin, piştî ku derdorê Rêxistinê dorpêç kirin.
Li hêlekle din di nav Hêzên Sûriya demoqratîk û Rêxistina terorîstîi DAİŞê de li derdorê bendava Tişrînê şer û pevçûn derketin.
