Rojava News: Îro nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî(NY) Staffan De Mistura, di derbarê pirsa gotûbêjên Sûriyê li Cenevreyê daxwaz li desthilatdarên hikûmeta Sûriyê kir ku, rêkar û pêşneyarên wan ên hikûmeta demi pratîk bikin.
Doh 22.03.2016 nûnerê taybet ê NY Staffan De Mistura, di derbarê gotûbêjên hikûmeta Sûriyê û opozîsyonê yên li Cenevreyê ku wê di bin çavdêriya NY de pêkbên, hin daxuyanî dan û hat zanîn ku opozîsyon li ser hin pêşneyarên giring ên pêşeroja Sûriyê kar dike.
Herwah De Mistura daxwaz ji desthilatdarên Sûriyê kir, pêşneyarên wan ên jibo hikûmeta demî û berfireh pratîk bikin. Ev daxuyanî di demekê de ye ku, çareseriya Serok Komarê Sûriyê Beşar Esad buye pirsgirêk di navbera Amerîka, Ewrûpa û NY de, ku di vê baweriyê dane ku pêwîste dest li kar bikşîne. Lê Sûriye wê mijarê wek xeta sor pênase dike.
