Bi darê zorê zarokan dikin “DAİŞî!

Bi darê zorê zarokan dikin “DAİŞî!

Rojava News: Çekdarên DAIŞ’ê li bajarê Minbicê bi darê zorê zarok û ciwanan perwerde dikin û dixwazin bi riya vê perwerdeyê wan tevlî xwe bikin.

Li gorî çavkaniyan, rêxistina terorîstî DAIŞ’ê li bajarê Minbicê ev du roj in dest bi revandina zarok û ciwanan kirine û wan bi darê zorê 20 rojan perwerde dikin.

Çavkaniyan diyar kirin ku  DAİŞê dixwazê bi riya vê perwerdeyê bi mejiyê zarok û ciwanan bileyîzin û wan tevlî xwe bike.