Tedmûr ket destê hêzên rejîmê!

Tedmûr ket destê hêzên rejîmê!

Rojava News: Li gorî nûçeya SANA ya dewleta Sûriyeyê, hêzên rejîma Sûriyeyê Kelha Palmirayê bi temamî xistin bin kontrola xwe.

Medyaya fermî ya hikûmeta Sûriyê dîmenên kontrolkirina beşekî ji bajarê Tedmur belav kir û Şandeke Neteweyên Yekgirtî bi serokatya Xewla Meter derbasî nav taxeke dorpêçkirî li bajarê Humsê bû.

Li Sûriyê şer û pevçûn li gelek deveran didomin û heya niha jî gelek bajar û bajrok û taxên nava bajaran dorpêçkirî ne, şandeke Neteweyên Yekgirtî bi serokatiya Xewla Meter berdevka Şanderê navdewletî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê Staffan De Mistura derbasî nav taxa Werî ya dorpêçkirî li bajarê Humsê bû.

Xewla Meter li wir soza wê yekî da, ku wê hewl bidin alîkariya xelkê wê taxê bikin û dorpêçê bi dawî bînin.

09:52:14