Rojava News: Nûnerê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê ragehand, pêvajoya vegoherîna siyasî ya li Sûriyê wê bê beşdariya Serokê rejîma Sûriyê pêk bê.
Li gor zanyariyên wezareta derve ya Amerîkayê, ku wêneyekî geheştiye dest BasNewsê, Nûnerê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê Michael Ratni ragehand, pêvajoya dawî ya danûstandinên Cenevreyê ya di navbera opozîsyon û rejîmê bi dawî buye.
Michael Ratni amaje bi vê yekê kir, Amerîka li piştîwaniya desteya bilind a danûstandinên opozîsyonê re berdewam dike, ku geheştina daxwazên dadgeriyekî rewa yên gelên Sûriyê pêkbê.
Nûnerê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê ragehand, pêvajoya vegoherîna siyasî li Sûriyê, ku bi kongreyên Cenevreyê hatiye gotûbêj kirin, wê bê beşdariya Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed pêkbê.
Li gor Michael Ratni, ew xalên ku Nûnerê Neteweyên Yekbuyî Staffan De Mistura ji bo Sûriyê belav kiribun, derfeteke ji bo daxwazên gelê Sûriyê û dikare bibe nexşe rêyek jibo buyerên pêşerojê.
