Entabê: Zaroka 12 salî yê penaberê Sûriyê hate serjêkirin!

Entabê: Zaroka 12 salî yê penaberê Sûriyê hate serjêkirin!

Rojava News: Zaroka penaberê Sûriyê di mexzena  kargeha ku lê kar dikir serjêkirî hate dîtin.

Serê Zarokê penaberê Sûriyê  yê bi navê Ferhat Alî şevêdin li seat derdora 08:00a li Entabê bi şewayekî wahşiyane hate jêkirin.

Zaroka 12 salî  li Entabê li dikana tamîrê kar dikir,  lê berbi êvarî ji ber çavan xwûnda bû.

Li gor hatiye zanîn kesê navê Cengîz Ç. ku  xweşbire û  li heman  kargehê kardikê,  xwestiye dest deynî ser muçeyê heftane yê Ferhat Alî, dema  zaroka 12 salî perê xwe ne daye rastî êrîşê hatiye û hatiye serjêkirin.

Termê Ferhat Alî serjêkirî li mehzana kargehê ji aliye hêzên ewlehiya Entabê ve  hate dîtin û rakirin morga nexweşxaneyê.

10:21:59