Rojava News: Malpera "bignet" ya îranî roja şemiyê 2016-03-26 diyar kir ku rêjîma îranî ji Tehranê berê fîrmeyên veberhênanê, tacir û herweha welatiyan dide kirîna mal û otêlan li taxê parêzgeha Şamê paytexta Sûriya.
Malpere di raporek xwe de ragihand ku tacîr û karsazên İranî ji bo ku di taxê pêşketî de malên Şamê bikirin gelek pere dance Her li gor wê nuçeyê gelek zevî û avahiyên derdora navçeya Seyide Zeyneb ji rêjîma Sûriya hatine kirîn.
Di heman mijarî de veberhênereke îranî bi navê "emir meqsûd" di hevdîtineke xwe de bi tora "dengê amêrîka" ya bi zimanê farsî, derbarî karê li Sûriya gotiye: "niha pir kar li Sûriya heye bo welatiyên Îranê, û ez jî bo kar bikim hatim vexwandin, lê ji ber rewşên ewlehiya nearam min red kir."
Ji hêla xwe ve rojnameya "Erebî21" û li ser zimanê jêderên îranî, gotiye ku hejmarek mezin ji bank û sazeyên derayî yên girêdayî bi "heres sewrî" yê Îranî, derfet didin kesên ku bixwazin biçin Sûriya, û li wê derê mal û otêlan bikirin.
12:18:10
