Sûriye: PYDê soza xizmetguzariyê daye, nek îdarekirina Kurda!

Sûriye: PYDê soza xizmetguzariyê daye, nek îdarekirina Kurda!

Rojava News: Parêzgarê Hesekê ragihand, Hikûmeta Sûriyê bi ti awayî parêzgeha Hesekê û herêmên Kurdî yên bakurê Sûriyê ne didin destê Kurdan û ne jî didin destê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan. Parêzgarê Hesekê herwiha got, têkiliya wan bi rayedarên Rêveberiya Xweser re pir base.

Parêzgarê Hesekê Mihemed Zeal El-Elî di hevpeyvînekê de li gel televizyona Sûriyê de li ser Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, daxwaza federaliyê ya Kurdan, rewşa parêzgeha Hesekê û helwesta Hikûmeta Sûriyê li ser pêşhatên li herêmên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê axivî.

Mihemed Zeal El-Elî di wê hevpeyvînê de ragihand, ew bi ti awayî parêzgeha Hesekê û herêmên Kurdî radestî Kurdan nakin.

Mihemed Zeal El-Elî herwiha got, pêwendiyên wî û rejîma Sûriyê ligel serkirdeyên TEV-DEMê û rayedarên din ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk baş in.

Zeal El-Elî ragihand, ew rayedarê TEV-DEMê Aldar Xelîl dibîne, û ew bi hev re didin û distînin, pêwnediyên wan gelek baş in û bi gotina wî Aldar Xelîl welatparêzekî gelek baş e.

Parêzgarê Hesekî herwiha di hevpeyvîna xwe de behsa daxwaza Kurdan a bo avakirina sîstema Federaliyê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê axivî û da xuyakirin, ku ew li dijî federaliyê ne û ew daxwazî bi ti awayî nayê qebûlkirin û ser nakeve jî.

Parêzgarê Hesekê bang li serkirdeyên Rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî kir û ji wan re got, ew proje bi ser nakeve, lê heger ew bixwazin bi riya vê projeyê karê xizmetkarî bikin, ew ê projeyê qebûl bikin.

Mihemed Zeal El-Elî destnîşan kir, wî pêştir berî ragihandina Rêveberiya Xweser ji aliyê PYDê ve ligel serkirdeyên PYDê civiya û di civînê de ji wan xwast, ku projeya xwe ya bo rêveberiyê bidin wî daku bixwîne û nêrîna xwe li ser bêje.

Zeal El-Elî dibêje, rayedarên PYDê piştre proje ji wî birin û wî di civînê de e wproje xwand û bi awayeke aşkere û zelal ji berpirsên PYDê re got, ku ew tenê bo karên xizmetguzariyê rê didin wan ku îdareya bajar û deverên Kurdî bikin û eger Hiûmeta Sûriyê bizane ku armanca PYDê tiştek din e, dê bi ti awayî rê nede wî karî.

El-Elî tekez dike, ku rayedarên PYDê soz dane wî ku ew tenê dixwazin karê xizmetguzariyê bikin û niyeta wan ne ew e ku îdareyeke Kurdî pêk bînin.