Rojava News: Rejîma Sûriyê lipaşxistina hilbijaritên Parlamentoyê redikeKomîteya Dadwerî ya Bilind bo Hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê
Komîteya Dadwerî ya Bilind bo Hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê lipaşxistina hilbijartinan ji aliyê Serokê rejîma wî welatî redkir.
Ajansa SANA ya ser bi rejîma Sûriyê daxuyaniyek belav kir, tê de Komîteya Dadwerî ya Bilind bo Hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê nûçeya lipaşxistina wan hilbijartinan ji aliyê Serokê rejîma Sûriyê redkir û got ku, ew hilbijartin dê bi dema xweya diyarkirî de werin encamdan ku, biryare di 13ê meha bê de bêne lidarxistin.
Îro, rojnameya El-Quds a Erebî, belav kir bû ku, hilbijartnên Parlamentoya Sûriyê bi fermana serokê wî welatî bo 7ê Gulana bê hatin paşxistin.
13:13:20
