Pevçûn li derdorê balafirxana Dêrazorê derketin

Pevçûn li derdorê balafirxana Dêrazorê derketin

Rojava News: Şer û pevçûnin giran di nav Hêzên Rêjîma Sûrî û çekdarên DAİŞê li derdorê balafirxana Dêrazorê derketin, herweha ji bo ku gundê Ceferê kontrol bikin êrîş berdewamin.

Di heman dema pevçûnan de çekdarên DAİŞê bi topa giran baregehên Rêjîmê li derdorê balafixana Dêrazorê dane ber topan.

Li hêleke din, di dema ku Rêjîmê bi topa giran dever topbaran dikirin,şer û pevçûn di nav hêzên Rêjîmê û çekarên DAİŞê de li derdorê taxa hewîqa di bajarê Dêrazorê de derketin,

Pevçûnên di navbera her du hêzan de li bajêr gihiştin taxa Herbiş.

 

13:31:10