Esed: Hemû kurd piştgiriya federalîzmê nakin!

Esed: Hemû kurd piştgiriya federalîzmê nakin!

Rojava News: Serokê Sûriyê: piraniya Kurdan li Sûriyê Sûriyeke yekgirtî û bi sîstema “navendî” dixwazin bijîn, ne federalîzmê dixwazin.

Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevdîtinekê li gel çend medyayên Rûsî de derbarê pirsa li avakirina sîstema federalîzmê de ragihand, Sûriyê ji aliyê xaknîgariyê (cugrafî) ve gelekî biçûk e, heta ku sîstema federalîzmê lê were avakirin.

Esed got jî: “Heta sîstema federalîzmê were avakirin, pêwîst e pêkhateyên civakî nikaribin bi hev re bijîn. Ev yek jî di dîroka Sûriyê de nîn e. Ti fakterî xweristî nîne heta Sûriyê bi federalî be.”

Derbarê daxwaza Kurd ji sîstema federalîzmê re, Esed got: “Piraniya Kurdan di siya Sûriyayeke yekgirtî û bi sîstema navendî dixwazin bijîn. Divê em cudahiyê têxin navbera hin Kurdên ku federalîzmê daxwaz dikin û hemû Kurdan.”

Esed amaje kir û got: “Li dawiyê gelê Sûriyê li ser çi sîstemê erê bike, emê jî erê bike. Mijara federalîzmê bi destûr ve girêdayî ye, destûr jî pêwîstiya wê bi pesendkirina gel heye.”

Rêveberiya Xweser di 17 Adarê de, li Rojavayê Kurdistanê, sîstema federalîzmê bo Rojava û Bakurê Sûriyê ragihand. Herwiha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di bernama xwe siaysî de, daxwaza sîstema “Nenavendî” û federalîzmê dike.