Rojava News: Emîrekî DAIŞ’ê ku wekî “Emîrê operesyonên bakurê Sûriyeyê” tê binavkirin, hat kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Suriyeyê ku navenda wê li Londonê ye, ragihand ku Emîrekî payebilind ê çekdarên DAIŞ’ê îro di êrîşek balafirên şer ên Koalîsyona Navnetewî de hatiye kuştin.
Navendê da zanîn ku balafirên koalîsyonê seyareya ku fermandarê DAİŞî yê bi navê Ebû El-Heycai El-Tunisî (ku Ebû Bekir El-Bexdadî ew ji Iraqê şandibû Sûriyeyê da ku operesyonên li bakurê Sûriyeyê organîze bike) tê de bûn, hedef girtin.
Di operasyonê de El-Tunisî tevî ajokarê seyareyê hate kuştin.
Hat gotin ku parçeyên laşê El-Tunisî birine nexweşxaneyeke çekdarê DAİŞê li Reqayê.
11:34:29
