Rojava News: Gorê bîkom li Palmîra hatin dîtin ku nêzîkî 40 termê mirovê sivîl têdene.
Li gorî nuçeya ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê : Piştî ku Palmîra ji aliyê hêzên bi ser desthilatdariya Esad ve hate kontrolkirin, li bakurê rojhilatê bajar gore bîkom hatin dîtin û termê 40 mirovî jî têdeye.
Hat zanîn di gora bîkom da termê jin û zaroka jî hene.
Li gorî zanyariyê Ajansa AFPê hin kes sere wan hatiye jêkirin hin kes jî bi gulereşinê hatine kuştin.
Termê ku ji gora bîkom hatine derxitin ji bo testê DNA rêkirine nexweşxaneya Himûsê.
12:10:50
