Hêzên Esad bajarê Qeryetênê kontrol kir!

Hêzên Esad bajarê Qeryetênê kontrol kir!

Rojava News: Hêzên biser rejima Esad bajarê Qeryetênê ya bi ser parêzgeha Humsê ji çeteyên DAIŞ’ê derxist.

Artêşa Sûriyeyê bi alîkariya balefirên şer ên Rusya piştî şerekî ku 2 rojan dom kir, bajarê Qeryetên ê ku 85 km dikeve başûr rojhilatê parêzgeha Humsê îro danê sibehê ji çeteyên DAIŞ’ê stend.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA’yê hêzên rejîma Sûriyeyê bajarê ku çeteyên DAIŞ’ê ji 6’ê Tîrmeha sala 2015’an ve dagir kiribû stend.

Tê zanîn bajarê Qeryetên bajarên Palmîra (Tedmur) û Qelemon bi hevdû ve girêdide.

 

12:43:40