Rojava News: Di encama bombebarana balefirên şer de berpirsekî pilebilindê rêxistina El-Qaîdê li Sûriyê, hate kuştin.
Berpirsekî pile bilind ê rêxistina tûndrew y terorîstî El-Qaîdê li Sûriyê, di encama bombebarana balefirên şer de hate kuştin.
Rewangeha mafê mirovan a Sûriyê di ragehandinekê de diyar kir; berdevkê bereya El-Nûsrayê ku baskekî El-Qaîdê ye li Sûriyê Ebu Fîras Sûrî, li gel kurekî û 20 çekdarên din ên rêxistinê li rojhilatê gundê Kefercals ku li bakûrê rojavayê parêzgeha Îdlîbê ye hatine kuştin.
Li gor Rewangeha mafê mirovan a Sûriyê, heta naha nehatiye zanîn ka ew bombebaran ji aliyê balefirên hêzên hevpeyman ve pêkhatiye yan ji aliyê hêzên esmanî yên Sûriyê û Rusyayê ve pêkhatiye.
Li gor zanyariyên bidest ketine Ebu Fîras Sûrî, endamekî damezrênerê bereyê El-Nûsrayê ye û ji salên 1980 pê de di nav rêzên grubên tûnd de cîh girtiye û kesayetekî nêzîk li Usame Bîn Ladînê Serokê El-Qaîdê bu û li gel wî kar kiribu.
