3:27:17 PM
RojavaNews: Îro du topên din ji aliyê Tirkiyê ve di hatin, li bajarê Qamişlo ketin.
Li gorî zanyaryên hetine bi destxistin, ku îro topek li hewşa dibistana Foad Silêman ya li taxa zeytûniyê ya bajarê Qamişloyê ket ku di encamê de ziyanên madî rûdan, û tu ziyanên canî rûnedane.
Herwiha topeke din li taxa Elaya jî ket bê ku tu ziyan rûbidin.
Ji ber şer û pevçûnên ku li bajarê nisêbîna bakurê kurdistanê di navbera çekdarên PKKê û hikûmeta Tirikiyê de rûdidn, gelek caran guleyên bê seruber, herwiha top li ser bajarê Qamişloy di kevin, û jiyana welatiyan dike di metirsyê de.
