Rojava News: Çekdarên Rêxistina terorîstî yê dewleta Îslamî DAİŞê êrî birin ser Şamê,li Dîmer, Qelemûn pêşde çûn û hin deverê leşkeri kontrol kirin.
Hate ragihandin, ku di encama pevçûnên di navbera Hêzên rejima Esad û DAİŞê de şerê ki giran rudaye fermandarekî rejîmê jî tê de 18 leşker hatine kuştin.
Ji aliye din vr jî pevçûn di navbera DAİŞê û çekdarê Hizbullah a Libnanî de li devera Ras bielbik de li navçeya Cirûd el-Qelmûn el-Xerbî de derketin.
Herweha hatiye zanînDAİŞê bi roketên Girad Balafirxana Şamê ya navwelatî topbaran kirin, bê ku agahî derbarê ziyanan bên.
Li Xûta rojhelat, şer û pevçû di nav Şervanên Opozisyonê û leşkerên Rêjîmê de li eniyên şerê Fedaiyê û Himş El-Admil derketin, piştî êrîşa Rêjîmê li ser deverê.
