Menna bi sedema îlankirina federasyonê ji hevserokatiyê vekişiya

Menna bi sedema îlankirina federasyonê ji hevserokatiyê vekişiya

Rojava News: Yek ji dijberê Sûriyeyê yê navdar Heysem Menna ji bo ku pergala federalî li Rojava hat ragihandin ji Hevserokatiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk vekişiya. Menna ragihand ku hetanî dev ji vê biryarê bernedin, ez venagerim wezîfeya hevserokatiyê.

Derbarê vekşandina xwe Serokê şepêla Qemih û Hevserokê Encûmena Sûriyê ya Demokratîk(ESD) Heysem Menna daxuyaniyek da û got; bi sedema ragehandina sîstema fedralîya Rojava û Bakurê  wî xwe ji  serokatiya Encûmena Sûriyê ya Demokratîk vekişan.

Li bakurê Sûriyeyê kurd, ereb, Siryanî, asûrî, ermenî û nûnerên tirkmen di 17ê Adarê de li bajarê Rimêlanê civiyabûn û piştî civîneke du rojî bi deklarasyonekê pergala federalî ragihandinbûn.

 

11:25:06