Rojava News: Terorîstê El Nûsrayê ku bi navê Ebû Sekkar dihat zanîn û bi xwarina lebatên leşkerên artêşa Sûriyeyê dihat nasîn li Lezqiyeyê hat kuştin. Û Wêneyê laşê Ebû Sekker li ser medya civakî hat parvekirin.
Hê jî nayê zanîn bê Ebû Sekker çawa hatiye kuştin, lê li bakurê rojhilatê Lezqiyeyê şerekî ku di navbera artêşa Sûriyeyê û dijbereyê de qewimîbû.
Xalit Ebû Sekker berî ku tev li rêxistina terorîst Eniya El Nûsraya baskê El Qaîdê bibe, di nava Artêşa Azad a Sûriyeyê de Tuxaya El Faruk ava kiribû û di vîdyoyeke wî ya 2013an de dilê leşkerekî Sûriyeyê jêkiribû û xwaribû. Her wiha di berdewamiya vîdyoyê de sond xawribû û gotibû: ‘Ez bi navê Xweda kim em ê dil û kezeba leşkerên Sûriyeyê bixwun.'
Milîtanê terorîst Xalit Ebû Sekker herî dawî li bajarê İdlîbê ku ji terefê Artêşa Fethê ve hat kontrolkirin hatibû dîtin.

11:48:37
