6:31:41 PM
RojavaNews: Şanderê Navdewletî ji bo Sûriya "Staffan Di Mistura" dema gera duyem ji gotûbêjên aştiyê li Cinêvê, ji duşemê paş xist ta çarşemê.
Di Mistura di dema borî de tekez kirbû ku dema gera duyem li paş nakeve, û doza şanda rêjîmê red kiribû, ji ber hilbijartinên parlemanê.
Lê endamên şanda opozsiyonê agahdar kir, ku dema gera duyem çû roja çarşemê, ji ber serdana wî ji Moscow re, û civîna wî bi wezîrê karê derve yê rûsya re Sêrgî lavrov re.
