Rojava news: Çavkaniyên ji hundirê Minbicê ragihandin ku gelek alîgir û terorîstên rêxistina DAIŞê ji bajarokê Minbicê direvin.
Çavkaniyên herêmî yên hundirê bajarokê Minbicê ragihandin ku terorîstên bendên xwe yên kontrolê li qada El-Beta, taxên aliyê rojhilat û başûrê bajar û ser rêya Cerablusê zêde kirin.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku di her du rojên dawî de gelek pêxasên DAIŞê û endamên wê ji bajar reviyan û niha piranî çeteyên biyanî li bajar mane.
Heman çavkanî da zanîn ku çeteya derketina ji bajar qedexe kiriye lê belê gelek kes bi dizî ji bajar derdikevin.
