Dijbereya Sûriyê: li gundewarê Helebê pêş dikeve

Dijbereya Sûriyê: li gundewarê Helebê pêş dikeve

 

12:56:58

Rojava News: Şervanên dijbereya Sûrî gundê (Mella Yaqûb, û Bizilce) nêzîkî Raî li gundewarê Helebê  yê bakur kontirol kirin, piş‏tî şer û pevçûnin giran hejmarek çekdarên DAİŞê hatin kuştin, û hin birîndar ketin.

Herweha piştî pevçûnên bi rêxistinê re , dijbereya Sûriyê gundê Hedebat li heman gundewarî kontirol kirin, û di encamê de çekdarên DAİŞê ji gund vekiştiyan.

Hêjaye gotinê ku Hêzên Opozisyonê destpêkê bi roket û topan xalên Daişê di wan gundan de topbaran kirin, û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl birîndar ketin.