4:19:52 PM
RojavaNews: Serokwezîrê rêjîma Sûrî, Wail Heleqî, îro Yekşemê ragihand ku, rêjîmê bi piştgiriyeke asîmanî, ji hêla balafirên Rûsî ve, amadekariyên şerê bajarê Helebê dike.
Di daxuyaniyên xwe de li gel ajansa nûçeyan "TAS" a Rûsî li Moskoyê, Heleqî diyar kir ku, dê rêjîm hemû çekdarên ku bi pêkanîna agirbestê ne pabend bûn, ji bajêr der bixe, da ewlehiyê ji welatiyan re vegerîne.
Di vê dema dawiyê de çekdarên Opozisyonê li gunde warên bakurê Helebê pêşve çûn .
