10:18:26
Rojava News: Di encama operasyoneke asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî de li bajarê Reqayê serkirdeyê DAIŞê Fewaz El-Elî ku, binavê "Seyaf DAIŞ" dihat naskirin hate kuştin.
Seyafê DAIŞ li gor malpera "Reqa tuzbeh bisemit" ji destpêka kontirolkirina DAIŞê ya wî bajarî re bi sedan kes kuştine, herwiha weke dadwerekî şarî dadgeha şarî ya bajarê El-Mensûra li Parêzgeha Reqayê bi rêve dibir.
Duh, di operasyoneka firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî de li bajarê Reqayê ew rêveberê DAIŞê li gor Skynews hate kuştin.
Rêvebirê DAIŞê Fewaz El- Elî yê bi navê Seyafê DAIŞê di girtîgeha Sêdnaya Şamê de bû, ji aliyê rejîma wî welatî ve piştî destpêkirina şoreşê hatibû berdan.
