Li ser sînorê Tirkiyeyê şerê DAIŞê û arteşa azad!

Li ser sînorê Tirkiyeyê şerê DAIŞê û arteşa azad!

Rojava News: Duh bi şev, DAIŞê 6 gund ji destê artêşa Sûriyeyê ya azad derxistin, ew gund li nêzîkî bajarê Kilîsê ye.

Hat ragihandin ku şeş gundên din ên Ezazê ketin destê DAIŞê. Ew gund berê di destê artêşa Sûriyeyê ya azad bûn.

Herwiha li gorî çavkaniyên herêmî, herdû rêxistinan şerê hev kiriye lê di dawiyê de DAIŞ bi ser ket û 6 gund ji destên wan derxistin.

Niha artêşa Sûriyeyê azad hewl dide wan gundan vegerîne û şer berdewam dike.