10:41:37
Rojava News: Li başûrê Helebê dohî navbera hêzên rejîma Sûriyê û terorîstên El Nusra ve şerêkî dijwar derket. Di ancamê de, 35 kes ji herdu aliyan hatin kuştin.
Li gorî malpera Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê, di nava 24 saetên derbasbûyî de, li başûrê Helebê di navbera hêzên rejîma Sûriyê, komên çekdar ên girêdayî wê, Hîzbûllah û komên terorîstên ku li ser navê îslamê tevdigerin û El-Nusra jî di nav wan de ye, şerek dijwar qewimî.
Hat ragihandin ku di encama şer de ji herdu aliyan 36 kes hatin kuştin.
