11:40:11
Rojava News: Rojnamevanê Sûriyê doh piştî nîvro li Entabê ji aliye kesên çekdar ve hate kuştin.
Rojnamevanê bi navê Mohammad Zahar Alshurgatberî yê 36 salî dem ali Entabê li sûkê dimeşiya û bi telefona xwe diaxifî rastî êrişeke gulereşinê hat û ji pişta situyê xwe bi giranî birîndar bû.
Hat zanîn Mohammad Zahar Alshurgat dema ku li Sûriyê bu din av refên dijberêyê de cîh girtibû û demeke dirêj jî fermandariya Tugayê Ebûbekir kiribu, berî niha bi 10 meha jî derbasî bajarê Entabê bû, û li wir dest bi kare ragihandinê kir.
Piştî ku derbasî Entabê bû di televizyona Heleb Todayê de dest bi kar kir û li dijî DAİŞê gelek nuce, û raport amade kirin.
Li gor hin çawkaniyan Mohammad Zahar Alshurgat gelek cara ji aliye DAİŞê ve rastî gefa kuştinê hatibû.
Ta aniha rewşa tenduristiya rojnamewanê Sûriyê dibin metirsiyê deye.
Li gor hatiye gotin dema rakirin nexweşxaneyê li ser Mohammad Zahar Alshurgatberî gelek nexşeyê deverê Sûriyê hebûne.
