2:59:32 PM
RojavaNews: Programa xwarinê ya Cîhanî,doh yekşembê, di peyakirina alîkariyên xwarinê ji asmanan bo taxên dorpêçkirî li Dêra Zorê bi ser ket, piştî ku di sibata bûrî de nikarîbû vî karî biser bixîne.
Programa Xwarnê balafirek kirê kirin û ji, paytexta Urdunê, rabû, û ji asmanên bilind 26 Terdên xwarinê, bi paraşotan peya kirin, bi taybetî fasûlî, nok û birinc bûn, ku ew heyvekî têra 2500 kesî bikin
Pirogram got; biryar li rex wan heye ku ew operasyonin nû yên peyakirinê di rojên nêzîk yên tên de pêk bînin.
Herwiha Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê , rişd bû, li ser xwestekên xwe derbarê gihandina keresteyên xwarinê û yên bijîşkî bo sivîlên dorpêçkirî di riya asîmanî re, ji ber ku rêjîm berdewam e di tund kirina dorpêçkirina xwe li ser sivîlan li gelek herêman, nemaze li Dareya û Medaya û Me'edemiyê û Xûta Rojhilat li Gundewarê Şamê, û taxa Elw'ir li Himsê, û Holê li gundewarê Himsê, û tê zanîn ku DAIŞ jî alîkariya rêjîmê di dorpêçkirina xelkên Dêra Zorê dike.
Opozisyonê hişyarî da Rêjîmê der barê diziya alîkariyên xwarinê û yên bijîşkî careke din, wek ku berê li Dêra Zorê kiribû.
