Miqdad: Em li ser hevdîtinên rûbirû ligel opozîsyonê ne rijdin!

Miqdad: Em li ser hevdîtinên rûbirû ligel opozîsyonê ne rijdin!

13:29:57

 

Rojava News: Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Fêsel Miqdad ragehand ku, ew ne li dijî danûstandinên rû birû ligel opozîsyonê ne.

Debarê vê helwesta nû Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Fêsel Miqdad daxuyaniyek bo ajansa Tasa ya Rûsyayê belav kirbû, tê de wiha hatibû gotin:"Berî niha danûstandin hemû bi rêya Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura, lê em ne rijdin li ser pêkanîna hevdîtinên rû birû ligel opozîsyonê."

Miqdad da zanîn ku, divê di belgeya De Mistura yê ji 12e bendan pêktê guhertin werin kirin.

Biryare di 15ê vê mehê de şanda rejîma Sûriyê li Cenêvê beşdariyê di gere siyem a danûstandinên proseya aştiyê ya wî welatî de bike.