Helebê: Di encamê Şer û pevçûnan de 50 serbazên rejime hatine kuştin

Helebê: Di encamê Şer û pevçûnan de 50 serbazên rejime hatine kuştin

11:15:07

 

Rojava News: Li başûrê Helebê şer û pevçûnên giran di navbera hêzên artêşa hikûmeta Sûriyê û Dijbereya Sûriyê de diqewimin.

Di hewldana vegerandina Girê Alîs ji destê dijbereyê de, artêşa Sûrî bi piştevaniya çekdarên Hizbûllaha Lûbnanî û lîwaya 65an yaÎîranî dest bi êrîşeke berfereh li ser her yek ji bajarokên Berna - Tilêlat û El Îs kiriye.

Ragihandinên ser bi Dijbereya Sûriyê ve tekezî kirine ku wan karîbûn wê êrîşê bişkînin û bêhtirî 50 serbazên artêşa sûriyê bikujin.

Ji aliyê din ve hikûmeta Sûriyê ew ev îdiaya dibereyê red kir û ragihand, pêşketina hêzên wan li başûrê Helebê berdewam e.