Li Sûriyê Hilbijartinan destpêkiriye!

Li Sûriyê Hilbijartinan destpêkiriye!

11:24:57

 

Rojava News: Îro roja çarşemê 13ê nîsana 2016an, hilbijartinên parlemana Sûriyê têne encamdan.

Îro  07.00ê sibehê, proseya dengdanê dest pê kir û biryar e heta 19.00ê êvara  bi dawî bibe.

Ev duyemîn hilbijartinên parlemana Sûriyê ne di dema kirîza wî welatî de. Li gorî texmînan, bi tenê ji sedî 30ê rûberê axa Sûriyê di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de ye. Hilbijartin tenê li wan deveran bêne encamdan.

Lê bele aliye din li sûrî wan hilbijartinan rewa nabînin û bangî xelkê kirin da deng nedin.

Herweha Amerîka jî di daxuyaniyekê de got hilbijaartinê Sûiryê ne qanûnîne.

ENKSê jî bi daxuyaniyekê bangî xelkê Rojavayê Kurdistanê kir da neçin ser sindoqê hilbijartinên Sûriyê.