Generalekî Îranê di şerê Sûriyeyê de hat kuştin!

Generalekî Îranê di şerê Sûriyeyê de hat kuştin!

12:36:46

 

Rojava News: Generalekî Îranê ku mensubê Tuxaya 65emîn a Hêza Taybet bû li Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hat kuştin.

Li gorî ajansa nîvfermî ya FARSê, Generalê Îranê Hamdullah Bahşende ku mensubê Tuxaya 65emîn a Hêza Taybet bu li başurê Helebê di şer û pevçûnan de hat kuştin.

Cîgirê Kordînatorê Hêza Bejayî ya Artêşa Îranê General Elî Araste di daxuyaniya xwe ya hefteya borî de ragihandibû ku leşkerên Hêza Taybet ên Tuxaya 65emîn dê wekî şêwirmend herin Sûriyeyê û artêşa Sûriyeyê perwerde bikin.

Artêşa Îranê ji serê meha nîsanê û vir ve di şer û pevçûnên Sûriyeyê de yek jê serbaz, 5 jê endamên Hêza Taybet bi tevahî 24 leşkerên xwe winda kirin.