De Mistura: Mijara dunûstendinan Qonaxa veguhêza siyasiye!

De Mistura: Mijara dunûstendinan Qonaxa veguhêza siyasiye!

13:03:34

 

Rojava News: Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura ragehand ku, bigeha danûstandinên gera siyem ya civînên Cenêvê qonaxa veguhêze li Sûriyê.

Derbarê vê mijarê Nûnerên  neteweyên Yekbûyê taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura piştî civîna xwe ya ligel şanda Opozîsyona Sûriyê kongireyeke rojnamevanî li darxist, tê de tekez kir ku, bigeha danûstandinên gera siyem a civînên Cenêv3 dê qonaxa veguheztina siyasî li Sûriyê be.

Ji aliyê xwe Serokê Şanda Opozîsyona Sûriyê bo danûstandinên Cenêvê Ased El-Zûbî ji rojnameya Şerq El-Ewsed re da zanîn ku, rejîma Sûriyê berî her gerekê ji gerên cinînan êrşîên xwe zêde dike, bi wan êrîşan nîşandide ku, ew ne li gel şareseriya siyasî ye.tekez kir ku, ew bo proseya siyasî û çareseriyê cûne Cenêvê.

Biryare şanda rejîma Sûriyê bi serokatiya Beşar El-Caferî sibe bigihe Cenêvê û ligel Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura re bicive