12:11:27
Rojava News: Wezîrê Enformasyonê yê Sûriyeyê Umran Zuibî, ragihand ku serkeftinên Rûsyayê, Amerîkayê aciz dike lewra dixwaze şer berdewam bike.
Umran Zuibî, eşkere kir ku Amerîka û hevalbendên wê çekan didin komên cîhadî li Sûriyeyê û wiha got: "Ew, ingilîzî û frensî çekên û navgînên veguhestin û pênwendiyê modern ji komên cîhadî re dabîn dikin. Armanca wan ew e ku dewleta Sûriyeyê wêran bikin."
Umran Zuibî wiha dewam kir, "Herwiha Tirkiye û Erebistan Siûdî jî heman tiştî dixwazin".
