Alîkariyên mirovahî digihin gundewarê Şamê

Alîkariyên mirovahî digihin gundewarê Şamê

3:52:42 PM

RojavaNews: Hate ragihandin, ku karwanekî alîkariyên mirovahî ligel şandeyke Neteweyên Yekbûyî û Heyv û Xaça sor ên Sûrî, duh gihan hejmarek bajarokên Xûta Rojhilat a gundewarê Şamê.

Li gorî agahiyan, karwanê alîkariyan gihan, Kefirbetna û Cisrîn li Xûta Rojhilat û hate zanîn, ku karwan ji 50 kamyonên barkirî bi xwarin û dermanan pêk tê.

 Destpêka mehê jî, karwanekî ji 25 kamyonan derbasî bajarokê Seqba bubû û pêdiviyên xwarinê gehandibûn wir.