Ji Cenevê banga şer û têkbirina Agirbestê!

Ji Cenevê banga şer û têkbirina Agirbestê!

12:37:02

 

Rojava News: Artêşa Azad Ya Sûriyê û Ehrar û Şam bi hevdûre daxuyaniyek dan û gotin emê bi hevre bersivê bidin êrîşên rejimê û yekser piştî daxuyaniyê êriş birin ser leşkerê rejimê yê li derdora Lazqiyê. Û ev gav jî bu sedem ku bi fermî agirbesta ku bi lewazî dimeşiya hilweşê.

Di operasyona bi ser Lazqiyê de koma Faylaq El Şam, Tugaya Murad û Şikur El Cebel û hin grubê din jî cîh digrin.

Li Sûriyê di 27 Sıbatê de agirbest hatibû ragihandin lê mixabin gelek bi levazî birêve diçû, îro bi vê daxuyaniya Artêşa Azad û grubên din ya hevbeş agirbest hate hilwşandin.

Di vê demê de balafirên rejima Esad bombaranê giran bi ser Humisê de pêk anîn.

Tê zanîn roja yekşemmê Serokê heyeta danustendinên Cenevê Esad Zûbî bi peyamek li ser internetê bangî dijbereya Sûriyê kir û got; “Esad agirbestê ji bo firehkirina sengerê xwe bi kar tine, pêviste hun jî li hemû şûna êrîş bikin”

Serokê Ceyşul İslam Muhammed Alluş yê di muzakereyê Cenevê de jî ji Cenevê bangî hêzên xwe kir û got “pêviste êrişên misiillemê li beranber Esad bêne kirin”