Opozisynê beşdarbuna xwe di danustandinên Cinêvê de rawestand

Opozisynê beşdarbuna xwe di danustandinên Cinêvê de rawestand

6:31:50 PM

RojavaNews: Desteya bilind ya danustandinên Opozisyona Sûriyê ragehand  ku ewê beşdarbuna xwe di gera sisyan ya danustandinên Cinêvê  de rawestînin .

Desteya  bilind ya danustandinên Opozisîna Sûriyê  piştî ku îro  civîna xwe  li gel şanderê navdewletî  jibo Sûriyê  Stîvan Dîmistora bidawîyê  anî, ragehand ku ewan  daxwaz ji Dîmistora kirine ku  danustandinên Cinêvê  bên rawestandin , jiber ku  rêjîma Esed  ta niha  pabend nebu  bi  biryarên nav dewletê di derbarîy rewşa Sûriyê  de , û bi taybetî  di derbarê   rakirina durpêçkirinê û berdana  girtiyan ji girtîgehên  rjêma Esed.

Hêjayî gutinê ye ku şanda rêjîma Esed bi serokatiya Beşar alc'ferî  îro gehşit Cinêvê ta ku dest bi danustandnan bike ,piştî ku di demê ektîvkirana danustandnan di 13 vê mehê de amadenebû bi behaneya ku hilbjatnên perlemanê li Sûriyê bi rêve diçin.