Dijbereya Sûriyê hêzeke bi navê El- Nuxbe ragihand!

Dijbereya Sûriyê hêzeke bi navê El- Nuxbe ragihand!

11:39:17

 

Rojava News: Şepêla El-sibe ya Sûriyê bi serpereştiya Ehmed El-Cerba baskê xwe yê leşkerî bi navê Hêza El- Nuxbe ragehand.

Derbarê wê hêza nû de Hêza El-Nuxbe ya Sûriyê kurte vîdyoyek belav kirin, tê de serkirdeyekî wê hêzê beyanameya rizgarkirina çend navçeyên bajarê Heskê û Dêrazorê ragehand, da zanîn ku, çareserkirina welatê me di didestê şoreşvanên wê de ya ew şoreşvan jî hêza El-Nuxbe ya .

Di beyanameya wê hêzê de wiha jî hatiye gotin: "Hêza El-Nuxba baskê leşkerî yê Şepêla Sibe ye ya ku, berî niha li Misrê hatibû damezrandin, di dema pêşde nerîna siyasî ya vê hêzê bi giştî wê were diyarkirin."

Hêza El-Nuxbe di dawiya beyanameya xwe de daxwaz ji gelê Sûriyê kir ku, ew bi xwe çarenivîsa xwe bi destê xwe çêkin û rê nedin kesên piyanî destewerdanê di welatê we de bikin.

Hêza El-Nuxbe ya Sûriyê, baskê leşkerî ye yê Şepêla Sibe ye, Ehmed Asî El- Cerbe serokatiya wê pêkhateyê dike.