Rojava News: Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku li Sûriyayê herêmên agirbest hatine qebulkirin derket 64an. Herwiha wezaretê balê kişand ser êrişên rêxistina terorîst El Nusrayê ya ser bajarê Lazkiyeyê.
Daxuyaniya ku ji wezaretê ve hate dayîn de li Sûriyayê herêmên ku agirbestê qebul kirine gihîşt 64an.
Agirbest 5 car hate îxlalkirin
Dive nav berê de hate ragihandin ku gelek herêm rîayeta agirbestê ne, lê di 24 saetên dawî de carek li Lazikiye, carek li Hamayê 5 car agirbest hatiye îxlalkirin.
Wezareta Parastinê diyar kir ku rêxistina terorîst El Nusra di 24 saetên dawî de êrişên xwe yên ser bajarê Lazkiyeyê zêdetir kirine.
3 sivîl hatin kuştin
Daxuyaniya ku ji bo îxlalkirinê hat dayîn wiha ye:
Ahrar ul Şamê bi moşek û topên hewanan êrişî gundên, Ayn el Aşara, Wata ve Kellazê ya ser Lazkiyayê û çeperên Artêşa Sûriyayê ku nêzî Mahardayê ya ser bajarê Hamayê ye kirine. Di encama êrişan de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane, 4 kes jî birîndar bûne.
