De Mistora hewla civînekê dide!

De Mistora hewla civînekê dide!

11:50:57

 

Rojava News: Şandeyê navnetewî Stefan De Mistura  tekez kir ku gotûbêjen Aştiyê bo Sûriyê di vê hefteyê de wê berdewam bikin, û amaje kir ku agirbest ta niha li dare.

Beriya niha şandeya Opozisyona Sûrî rawestana karê xwe di gotbêjan de ragihandibû, û girpa xwe ji Cinêvê kişandi bû.

Stefan De Mistura  domand ku “Li gorî plana me daniye emê di asta kêm de gotûbêjen ne rû li rû berdewam bikin, lê di asta fermî de wê di hefteya bê de berdewam bikin”

Şandeye navnetewî vekişandina Opozisyonê rexne kiribû, û ew yek weke pêşandaneke diplomatic nirxandibû.

Di dema ku opozisyonê ji ber berdewamiya topbarana Rêjîmê li ser sivîlan şermezar kiribû û bi wê behaneyê xwe ji danustendinên Cenevê vekişandi bû.