6 Pasdarên Îranî li Sûriyê hatin kuştin!

6 Pasdarên Îranî li Sûriyê hatin kuştin!

00:45:01 

 

Rojava News: 23 Nîsanê, 6 çekdarên Ketîbeya Fatimiyan yê ser bi Supaya Pasdarên Îranê li Sûriyê hatin kuştin.

Li gorî ragehandina fermî ya Îranê, 6 çekdarên Ketîbeya Fatimiyan ser bi Supaya Pasdarên Îranê ku bi regeznameya xwe Evxanî ne di şerê li Sûriyê de hatin kuştin.

Li gorî nasnameyeyên ku ji bêrîka kuştiyan der anîne, nave wan kuştiyan evin: “Mistefa Hîsarî, Mihemed Husên Rezayî, Mihemed Mîrzanebî, Esedullah Husênî, Kazim Tewesulî û Murteza Receb.”

Hêjaye gotinê ku, bi tenê di roja derbasbûyî de 28 leşkerên ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve li Sûriyê hatin kuştin, du ji wan efserên pilebilind bûn.