Hicab: : Ji dema Dîmistora da deverên dorpêçkirî pir bûn

Hicab: : Ji dema Dîmistora da deverên dorpêçkirî pir bûn

12:32:21

 

Rojava News: Hevrêzê destaya bilin a gotûbêjan ya Opozisyona Sûrî Riyad Hicab rexneyin tund li şandeyê navnetewî bo Sûriya Stefan De Mistora kir, û diyar kir ku ji roja weke şandeyekî bo Sûriya hatiye destnîşan kirin, deverên dorpêçkirî li Sûriyê  pirtir bûne.

Hicab diyar kir ku “ji ber ku rêjîm û hevalbendên wê di dorpêç û topbaran bajar  û bajarokên Sûrî de berdewambûn  Desteyê beşdariya xwe ji gotûbêjan başdekişand  rawestand” herweha amaje pêda ku  “ Li ber çawên De Mistura û grûbên wî xelkê Sûrî ji birçîna, û işkencê dimirin”.

Berpirsê Opozisyonê di gongireke rojnamevanî de li ber kampa Mîzîpê li Tirkiya domand “Milleteke rasî bobelatê hatiye, û di rewşeke pir zehmet de dibûre, û ji ber vê rewşê Sûrî di kampan de ne”.