5:23:36 PM
RojavaNews: Hevrêzê giştî yê desteya bilind ya danustandinan Riyad Hicab, got ku biryara ragirtinê, di beşdarkirina danustandinên Jinêv de ,yên derbarê Sûriyê hat, wek rêzgirtinekê ji xwîna Sûriyan re, ew xwîna di kiryarên bombebarankirinê de li ser destê rêjîma Esed û hevalbendên wê hatî rijandin, herwiha weku rêzgirtin ji bona xelkên ji birçîna dibin dorpêçkirinê de dimirin, û yên di bin eşkence û lêdanê de hatin kuştin.
Herwiha di kongirekî rojnanevanî de, roja şemiyê li bajarê Xazî Entabê, di gel heryek ji Şêwermenda Almanî Encêla Mêrkel û serokwezîrên Tirkiyê Ehmed Dawûd Oglo, di serdana du kampên penaberan de, Hicab got: "bi dirêjahiya du salan karên kuştinê du car zêdetir bûne, her ji dema wergirtina Dîmestora postê şanderê navdewletî yê taybet bo karubarên Sûriyê, tevî zêdebûna hejmara gund û navçeyên dorpêçkirî".
Hicab sergiraniya desteya bilind li hember ne pêşneketina fayîlê mirovî û nepabendbûna bi agirbestê anî ziman, û lewra wê pişkdariya xwe bi fermî di danustandinan de sekinanad.
